Li Ekvadorê bi dijwariya 7.8'an erd hejiya
Li Ekvadorê, bi dijwariya 7.8 pileyî erd hejiya. Ji ber erdhejê herî kêm 77 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li Ekvadorê, bi dijwariya 7.8 pileyî erd hejiya. Ji ber erdhejê herî kêm 77 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Hat ragihandin, li bajarê Gûayaqûîl ê li peravê pirek, li bajarê Manta jî kûleya balafirgehê hilweşiyan e.
Erdhej li cihekî 170 kîlometre dûrî paytext Qûîto rû da û gelemperiya welat pê hesiya. Ji ber erdhejê xisar li gelek malan bû. Hat ragihandin ku di erdhejê de herî kêm 77 kesan jiyana xw eji dest dane, zêdeyî 500 kes birîndar bûne.
Navenda Hişyariya Tsûnamî ya Pasîfîk, têkildarî hin peravên Ekvadorê hişyariya tsînamî da. Erdheja ku 40 saniyeyan dewam kir, 19 kîlometre li binê erdê pêk hat.
Tê gotin, li paytext Qûîto elektrîk qut bûye û telefon naxebitin.