Li Yarmûkê 10 hezar penaber bi xeteriya birçîbûnê re rû bi rû ne

Ji ber şerê navbera çeteyên DAIŞ'e û komên din ên 'cîhadî', bi qasî 10 hezar penaberên Fîlîstînî yên li kampa Yarmûkê bi xeteriya tî û birçîbûnê re rû bi rû ne.

Ofîsa Alîkariya Penaberên Fîlîstînî ya ser bi Neteweyên Yekbûyî (UNRWA) daxuyaniyek da çapemeniyê û bal kişand ser xeteriya şerê li derdora kampa penaberan a Yarmûkê. Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ji ber êrîşên çeteyan ên li hemberî hev, 10 hezar sivîlên li kampê û derdora wê di nava rewşeke xetere de ne. Hat bibîr xistin, ku xwarin û ava li vê kampa li başûrê paytexta Şamê, zûdeyî qediya ne.

Di daxuyaniya UNRWA de hat destnîşanirin, ku penaberên li kampê ji ber şerê diqewime nikarin ji kampê derkevin û xwarin, av an jî dermanan ji xwe re peyda bikin.

UNRWA diyar kir, şerê li Yarmûkê ji her demê bêhtir dijwar û belav bûye û işaret bi zêdebûna êrîşên çekdarî yên li hemberî qadên sivîlan hat kirin.

Saziyê da xuyakirin, ku şer bandor li bajarokê Yalda yê li kêleka Yarmûşê jî kiriye, lewma UNRWA nikare alîkariyê bigihîne vê derê.

Li gorî agahiyên Saziya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ku navenda wê li Londonê ye, kampa Yarmûkê ketiye bi kontrola çeteyên DAIŞ'ê.