Li Elmanyayê yekem koalîsyona CDU-SPD-Kesk
Di dîroka Elmanyayê de yekemcar hikûmeteke koalîsyonê ya ji demokratên Xiristiyan, Kesk û demokratên civakî pêk tê, ava bû.

Li eyaleta Sachsen-Anhaltê, ku di 13'ê Adarê de hilbijartinên parlamentê hat lidarxistin, hevdîtinên li ser koalîsyonê bi dawî bûn. Di encamê de li ser avakirina Partiya Yekîtiya Demokratên Xiristiyan (CDU), Kesk û Partiya Sosyal Demokrat (SPD) li hev hat kirin.
Ev koalîsyon ku di nava siyaseta Elman de weke 'Koalîsyona Kenya' tê binavkirin, di dîroka welêt de cara yekemîn e pêk tê. Ji bo ev koalîsyon karibe dest bi wezîfeyê bike, divê rojên Înê û Şemiyê ji aliyê organên partiyan ve bê erêkirin.
Serokwezîrê Eyaletê yê heyî Reîner Haseloff ê ji CDU, wê careke din vê wezîfeya xwe bidomîne. Di peymana koalîsyonê de herî zêde li ser wergirtina polîs û mamosteyan li hev hat kirin. Polîtîkayên kêmkirina budçeyê ya di dema koalîsyona beriya niha ya CDU-SPD de biryar li ser hatibû girtin, wê dewam bikin.
Gotina 'Koalîsyona Kenya' ji rengên li ser ala Kenyayê tê; CDU (Reş), SPD (Sor), Kesk jî (Kesk) e.
Di hilbijartinên 13'ê Adarê yên li Sachsen-Anhaltê de, CDU û SPD ên beriya niha desthilatdar bûn, k3em kirin. Partiya bi navê Alternatîf ji bo Elmanyayê (AfD) a dijberiya biyaniyan dike, ji sedî 24 ê dengan stend û bû hêza duyemîn a herî xurt.