Bi sedan penaberên xwestin xwe bigihînin Îtalyayê xeniqîn
4 keştiyên penaber tê de bûn, dema diçû Îtalyayê noqî binê avê bû. Tê gotin, zêdeyî 400 mirovên di van keştiyan de jiyana xwe ji dest dane.
4 keştiyên penaber tê de bûn, dema diçû Îtalyayê noqî binê avê bû. Tê gotin, zêdeyî 400 mirovên di van keştiyan de jiyana xwe ji dest dane.
Li gorî nûçeya rojnameya Daîly Maîl a Îngilîstanê, 4 keştiyên penaber tê de bûn ên ji Somalî, Etiyopay û Erîtreyê diçûn Îtalyayê noqî binê avê bûn. Rojnameyê ragihand, di van keştiyan de zêdeyî 400 koçber hebûn. Daîly Maîl diyar kir, tîmên lêgerîn û rizgarkirinê bi tenê 29 kes dîtine û rizgar kirine.
Sefîrê Bilind ê Misirê yê Somalî daxuyaniyek da BBC Erebî û anî ziman, ku li gorî texmînên wan zêdeyî 400 kes li Derya Spî xeniqîne.