Li gorî rapora Bernameya Hawirdorê ya Neteweyên Yekbûyî (UNEP) a li ser trenda global a razemeniyên enerjiyên dikarin bên nûkirin a sala 2016'an, razameniyên par li ser çavkaniyên enerjiya dikare bê nûkirin li gelemperiya cîhanê hatin kirin, gihaşt 286 mîlyar dolarî. Ji sala 2004'an û vir ve bi 2,3 trîlyon dolarî razemenî li çavkaniyên enerjiya dikare bê nûkirin hat bikaranîn. Bi vê yekê re razemeniyên li santralên gaz û komirê tên kirin, li dû xwe hişt.
Li gorî raporê, razemeniyên li enerjiya dikare were nûkirin, ji sala 2004'an û vir ve ku bi 47 mîlyar dolarî razemenî hat kirin, herî kêm bi 6 qatan zêde bûn. Di sala 2015'an de bi giştî 135 gîgawatt enerjiya paqij hat bidestxistin. Enerjiya ji çavkaniyên dikarin bên nûkirin hat bidestxistin, di sala 2014'an de 106, di sala 2013'an de jî 87 gîgawatt bû.
LI WELATÊN BI PÊŞ DIKEVIN HÎN BÊHTIR RAZEMENÎ TÊ KIRIN
Nuqteyeke din a di nava rapora UNEP'ê de balê dikişîne ew e ku welatên bi pêş dikeve, li gorî welatên pêşketî bêhtir razemeniyê li enerjiya dikare bê nûkirin, dikin.
Welatên pêşketî bi giştî bi 130 mîlyar dolarî razemenî li çavkaniyên enerjiya paqij tê kirin. Lê li welatên bi pêş dikeve ev rêje gihaşt 156 mîlyar dolarî. Li welatên pêşketî razemenî li gorî sala 2014'an bi rêjeya ji sedî 8 kêm bû, li welatên bi pêş dikeve ji sedî 19 zêde bû.
JI SEDÎ 63 Ê RAZEMENIYAN LI ÇÎN, DYA Û JAPONYAYÊ TÊ KIRIN
Ji bo sedema herî girîng a vê zêdebûnê, razemeniyên li Çînê tên nîşandan. Li Çînê li enerjiya dikare bê nûkirin par bi 102,9 mîlyar dolarî razemenî hat kirin û bi vî rengî ji sedî 36 ê razemeniya li tevahiya cîhanê, li vî welatî hat kirin.
Piştî Çînê, DYA bi 44,1 mîlyar dolarî û Japonyayê jî bi 36,2 mîlyar dolarî razemenî li vê qadê kirin. Li dû van welatan, Brîtanya Mezin bi 22 mîlyar dolarî, Hîndîstan bi 10 mîlyar dolarî, Elmanya bi 8,5 mîlyar dolarî, Brezîlya bi 7,1 mîlyar dolarî, Başûrê Afrîkayê bi 4,5 mîlyar dolarî, Meksîka bi 4 mîlyar dolarî û Şîlî jî bi 3,4 mîlyar dolarî razemenî li qada enerjiya paqij kirin.
ENERJIYA ROJÊ Û BA LI PÊŞ E
Li gorî rapora UNEP'ê, mîna salên bihurî di sala 2015'an de jî herî zêde enerjiya ji roj û ba derket pêş. Di sala 2014'an de enerjiya ji turbînên ba û panoyên rojê yên foto-voltaîk hat bidestxistin 94 gîgawatt bû. Di sala 2015'an de ev bû 118 gîgawatt.
Ji ba 62, ji rojê jî 56 gîgawatt enerjî hat bidestxistin. Enerjiya mayî jî ji çavkaniyên biyokutl, jeotermal, termalên rojê û çavkaniyen din ên enerjiya paqij hat bidestxistin.