Li Schaerbeekê serdegirtinên têkîldarî êrîşa Parîsê

Li Komuna Schaerbeek a paytexta Belçîka Brukselê serdegirtinên têkîldarî êrîşên 13’ê Mijdara 2015’an ên li Parîsê hatin lidarxistin. Ji qada ku serdegirtin pêk hatin, dengê teqînan hat.

Li Komuna Schaerbeek a paytexta Belçîka Brukselê serdegirtinên têkîldarî êrîşên 13’ê Mijdara 2015’an ên li Parîsê hatin lidarxistin.  Ji qada ku serdegirtin pêk hatin, dengê teqînan hat.

Li komuna Schaerbeek ya li paytexta Belçîka Brukselê ku weke taxa Tirkan tê zanîn, têkîldarî êrîşa Parîsê serdegirtin pêk tên. Çavkaniyên polîsan diyar kir ku di destpêka serdegirtinê de teqîn pêk hatiye û kesek hatiye notralîzekirin.

Di dîmenên bûyerê de jî kesek bi çekek lûledirêj li erdê dirêjkirî dixuye.

Qada serdegirtinê bi temamî ji aliyê hêzên leşkerî yên bi çekên giran hatiye dorpêçkirin.