Li dû êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li paytexta Belçîka Brukselê, li Ewropayê nîqaşên li ser valahî û qelsiya ewlekarî û tedbîran dewam dikin. Wezîrên Karên Hundir û Edaletê yên 28 welatên Yekîtiya Ewropayê (YE), wê îro li Brukselê li hev bicivin. Di daxuyaniyeke ji aliyê Elmanya ve hat ragihandin de hat gotin, hejmara 'Îslamiyên xetere' yên li vî welatî 450 ye.
Beriya civîna bilind a li Brukselê, Wezareta Karên Hundir a Federal a Elman daxuyaniyek weşand û diyar kir, divê parvekirina agahiyan di navbera welatên Yekîtiya Ewropayê de, di asteke bilindtir de be. Berdevkê Wezaretê daxuyanî da û ragihand, ku helwesta welatên endam di vî warî de ji hev cuda ne.
Berdevkê Wezaretê da zanîn, ku divê hemû dane û agahî di navbera welatan de bên parvekirin û di asteke welê de bin, ku hemû yekîneyên cuda yên pêwendîdar karibin bi hêsanî xwe bigihînin.
Berdevk diyar kir, hejmara kesên tevlî DAIŞ'ê û rêxistinên din ên çete yên li Sûriye û Iraqê bûne 800 e û ragihand, yek ji sê parên van kesan vegeriyane Elmanyayê. Berdevk da zanîn, hejmara kesên li welatê wan weke 'Îslamiyên xetere' tên dîtin û rîsk heye çalakiyan lidar bixin, 450 ye.