Serokê Belçîkayê îstîfaya her du wezîran red kir

Serokê Belçîkayê Charles Michel serledana îstîfayê a Cihgirê Serok Jan Jambon û Wezîrê Êdeletê Koes Geens red kir.

Li paytextê Belçîkayê  Brukselê ji ber êrîşa bi bombeyî pêk hat, balafirgehê komisyona lekolînê hatibû avakirin, Serokê Belçîkayê Charles Michel serledana îstîfayê yên Cîgirê Serok Jan Jambon û Wezîrê Êdeletê Koes Geens red kir.

Wezîrê Karên Dervê Jan Jambon diyar kir ku, “em dema ku hinek tiştan didin gel hev di mijara edeletê de hinek pirs tên hişê mirovan.” Jambon taybet bal kişand ser kêmasiya polîsan jî û wiha got: “Ji ber wê jî pewîst e berpirsiyartiya siyasî mirov bigire ser xwe”  û ji ber vê yekê xwest îstîfa bike. Lê, Serokê Belçîkayê Charles Mîchel jî got ‘rewşa şer e’ û ji ber vê yekê xebat pewîst e, îstîfaya wî qebûl nekir.

Li ser gotina Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan ên ku gotibû “me Îbrahîm El Bakraouî  di sala2015’an de radestî Belçîkayê kiriyê”, îro nivro civînek hate lidarxistin.

Hat eşkerekirin ku El Bakraouî radestî Hollandayê hatiye kirin, ne Belçîka ye.