Di êrîşên DAIŞ'ê yên li Yemenê de bi dehan kes mirin

Li Yemenê, ku şerê navxweyî lê diqewime, di êrîşên întixarî yên çeteyên DAIŞ'ê yên li başûrê welêt de herî kêm 26 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li Yemenê, ku şerê navxweyî lê diqewime, di êrîşên întixarî yên çeteyên DAIŞ'ê yên li başûrê welêt de herî kêm 26 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li bajarê Adenê yê di bin kontrola yekîneyên artêşê yên ser bi Serokdewlet Mansûr Hadî û El Qaîdeya Yemenê de ye, bi maşînên bombebarkirî re li 3 nuqteyan êrîşên întixarî hatin kirin.

Di êrîşa li hemberî benda kontrolê ya li Bûrayka ya Adenê de 14 leşker mirin, bi dehan kes jî birîndar bûn.

Di du êrîşên li ser rêya diçe navendeke leşkerî ya leşkerên koalîsyona bi pêşengiya Siûdiyan de herî kêm 12 kes mirin, gelek kes birîndar bûn. Rayedaran dan xuyakirin, ku yên jiyana xwe ji dest dane sivîl in. 

Ji berdevkê wîlayeta Adenê Nîzar Enwer jî da xuyakirin, ku êrîş li hemberî leşkerên Siûdî hatiye kirin, lê wesayît berî bigihêje baregeha leşkerî ji aliyê milîsên xwecihî ve hatine sekinandin. Li gorî berdevk, di êrîşê de zêdeyî 20 kesan jiyana xwe ji dest dan, piraniya van jî sivîl in.