Teqînên li Brukselê: 26 mirî, 136 birîndar

Di teqînên li balafirgeha Zaventem û rawestgeha metro ya Maelbeek ên paytexta Belçîka Brukselê, ku piştî gefên Erdogan rû dan, 26 kesan jiyana xwe ji dest dan, 136 kes jî birîndar bûn.

Li paytexta Belçîka Brukselê, danê vê sibehê li balafirgeha Zaventem a navneteweyî dû teqîn li dû hev rû dan. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, di teqînên li balafirgehê de 11, li rawestgeha metroyê jî 15 kesan jiyana xwe ji dest dan. 136 kes jî birîndar bûn.

Li balafirgeha navneteweyî ya Brukselê Zaventemê, di encama 2 teqînên li dû hev qewimîn de 11 kesan jiyana xwe ji dest dan, 81 kes jî birîndar bûn.

Çend deqe piştî teqînên li balafirgehê, vê carê li rawestgeha metro ya Maelbeek a li navenda Brukselê teqînekê rû da. Di vê teqînê de 15 kesan jiyana xwe ji dest dan, 55 kes jî birîndar bûn.

Rawestgeha metro ya Maelbeekê li ser rêya Parlamenta Ewropa û Komîsyona Ewropayê ye, ku tenê çend sed metre dûrî van her du saziyan e.

Piştî teqînan ewlekariya li Belçîkayê derket asta herî bilind. Seferên metro û trenan hatin betalkirin, balafirgeha Zaventemê jî li seferên balafiran hat girtin.

Dozgerê Federal ê Belçîkayê da xuyakirin ku li Balafirgeha Zaventem a Brukselê êrîşa întixarî hatiye kirin.

YEKÎTIYA EWROPA XEBATKARÊN XWE HIŞYAR KIR

Ji ber ku Bruksel paytexta Yekîtiya Ewropayê ye, bi hezaran xebatkar û dîplomatên Yekîtiya Ewropayê li vî bajarî ne. Rayedarên Yekîtiya Ewropayê ji xebatkarên xwe xwestin, ku dernekevin derve.

WEZÎRÊ TIRK: DIBE KU KARÊ DAIŞ'Ê BE!

Di vê navberê de, Wezîrê Tirkiyeyê yê ji Yekîtiya Ewropayê Berpirsyar Volkan Bozkûrt beriya rayedarên Belçîkayê axivî û got, êrîş dibe ku karê DAIŞ'ê be.

ERDOGAN GEF XWARIBÛ

Serokkomarê Tirk Erdogan beriya 4 rojan daxuyaniyek dabû û gotibû, "Li Brukselê yan jî li bajarekî din ê Ewropayê ji bo bombe neteqin, ti sedem nîne" û bi vî rengî gef li Belçîkayê xwaribû. Piştî ku Erdogan ji ber konê Kurdan ê li Brukselê hatiye vedan Belçîka hedef nîşan da, rojnameyên AKP'ê manşetên 'Terorîst Belçîka' bi kar anîbûn.