Rûniştina 30. a KRHE dewam dike

Rûniştina 30. a Kongreya Rêveberiyên Herêmî ya Ewropayê (KRHE), ku ji nûnerên rêveberiyên herêmî yên 47 welatên endamên Konseya Ewropayê (KE) pêk tê, li bajarê Fransa Strasboûrgê dewam dike.

Rûniştina 30. a Kongreya Rêveberiyên Herêmî ya Ewropayê (KRHE), ku ji nûnerên rêveberiyên herêmî yên 47 welatên endamên Konseya Ewropayê (KE) pêk tê, li bajarê Fransa Strasboûrgê dewam dike.

Rûniştinên kongreyê her 6 mehan carekê pêk tên. Rûniştina destpêkê jî roja Sêşemê destpê kir û di du rojên destpêkê de bi giranî li ser pirsgirêkên rêveberiyên herêmî hat rawestîn. Mijara bingehîn a kongreya îsal 'Di asta herêmî û xwecihî de exlaq û zelalî' ye.

Di rûniştina li ser vê mijarê de mijarên; hesabdayîna rêveberiyên herêmî ji bo gel, pratîkên ji bo pêşîgirtina li karên ne li rê û tedbîrê di vî warî de hatin nîqaşkirin.

Di rûniştina duh danê sibehê ya kongreyê de, pêşketina herêmîbûna li welatên endamên Konseya Ewropayê hat nirxandin. Di rûniştinên piştî danê nîvro de, rola rêveberiyên herêmî di têkoşîna li hemberî qaçaxçitiya mirovan de û pirsgirêka mirovên li welatên xwe bûne penaber, hatin nirxandin. 

Di rûniştina dawî ya kongreyê de ku wê heta îro danê nîvro bidome, rapora li ser hilbijartinên herêmî yên 25'ê Cotmeha 2015'an ên Ûkraynayê û xebatên diyaloga piştî hilbijartinê were nîqaşkirin.

Ji Tirkiyeyê, di nava Kamara Rêveberiyên Xwecihî de 18, di nava Kamara Herêmî de jî 18 endam di Kongreya Rêveberiyên Herêmî ya Ewropayê de cih digirin. Ji DBP'ê Hevşaredara Navçeya Wan Îpekyolû Aygul Bîdav û Cîgira Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Ayşe Serra Bûçan endamên kongroyê ne. Ayşe Serra Bûçak jî di rûniştina 30. a kongreyê de cih digire.