Hin cureyên kelmêşan jî rê li ber nexweşiya Iyme-borreliosis vedikin
Nexweşiya Lyme-borreliosis, ku heta roja îro bi giranî bi pêvedana qijnîkan li mirovan der dibû, eşkere bû ku kêm be jî ji ber hin cureyên kelmêşan dikare li mirovan der bibe.

Piştî ku bakteriya borrelia ya rê li ber nexweşiya Lyme vedike di nava cureyên kêç, mêşa gamêş û pêşûle hat dîtin, pisporan li ser vê bakteriyê, kelmêş jî ceribandin.
Di çarçoveya lêkolîna Navenda Lêkolînên Avhewayê û Cihêrengiya Biyo ya Senckenberg a Zanîngeha goethe ya li bajarê Elmanya Frankfûrtê de, di mehên Nîsan û Cotmehê yên sala 2013'an de ji 42 cihên cuda, 3 hezar 615 kelmêş hatin komkirin. Li ser van heywanan kurtikê xwînê hat çêkirin û li ser bakteriya bi navê borrelia hatin ceribandin.
Di encama vî karî de di nava 28 ji van kurtikên xwînê de hat dîtin ku bakteriya rê li ber nexweşiya Lyme vedike, heye. Eşkere bû ku 10 kelmêşên ji 10 nuqteyên cuda hatin komkirin bi nexweşiya borrelia ne.
Her wiha hat tespîtkirin, ku ev bakteriya borrelia ya bi kelmêşan re hat dîtin, ji wî celebî ye ku mirov jî dikarin pê bikevin. Li gorî vê yekê bakteriyên bi navê borrelia afzelii, Borrelia bavariensis û borrelia garinii yên mirovan nexweş dixînin û li gelek welatên Ewropayê jî rê li ber nexweşiya Lyme-borrelia vedikin, hatin tespîtkirin.
Pisporên ev lêkolîn kirin, piştre kelmêşên li nava xwezayê kom kirin, di laboratûvarê de bi pêş xistin û li ser bakteriya borrelia ceribandin. Di encama lêkolînê de dibetiya rûdana bakteriya borrelia li nava kelmêşan, ji sedî 0,13 heta ji sedî 8,33 hat tespîtkirin. Li gorî vê yekê ev bakterî li nava cureyê bi navê Aedes vexans ê li herêma Rheîn hat dîtin ji sedî 0,3, di nava cureyê bi navê Aedes cataphylla jî ji sedî 11,1 hat tespîtkirin.
Ji Navenda Lêkolînê Sven Klîmpel da xuyakirin, ku encamên lêkolînê ne cihê panîkê ye û anî ziman, ku kelmêş bi tenê di nava hin şert û mercên taybet de rê li ber nexweşiya Lyme-borreliosis vedike û ev dibe jî di asteke nizm de ye.