Tedbîrên ewlekariyê yên li Elmanyayê hatin zêdekirin

Piştî êrîşên bombeyî yê li paytexta Belçîka Brukselê, ku herî kêm 34 kesan jiyana xwe ji dest dan, Elmanyayê tedbîrên xwe yên li ser sînor, gar û balafirgehan zêde kir.

Li gorî daxuyaniya polîsên Elman, li ser sînorên wan ên bi Belçîka, Bruksel, Hollanda û Fransayê re, kontrol hatine zêdekirin. Hat ragihandin, li balafirgeh û garên trenê hîn bêhtir hêzên li dewriyê digerin.

Wezareta Karên Derve ya Elmanyayê hişyarî da welatiyên xwe ku dema çûn Brukselê hay ji xwe hebin.

Rêyên Hesinî yên Elman jî seferberên xwe yên trenê yên ber bi Brukselê ve, ji bo demekê sekinand. Hat ragihandin, ku di encama nirxandina bi polîsên Belçîkayê re wê bê eşkerekirin, bê sefer kengî ji nû ve destpê bikin.