Piştî balafirgeha Brukselê li rawestgeheke metroyê teqînê rû da
Piştî du teqînên li balafirgeha Zaventem a paytexta Belçîka Brukselê, li rawestgeheke metroyê teqîneke din rû da. Cihê teqînê bi tenê 400 metre dûrî konê Kurdan e.
Piştî du teqînên li balafirgeha Zaventem a paytexta Belçîka Brukselê, li rawestgeheke metroyê teqîneke din rû da. Cihê teqînê bi tenê 400 metre dûrî konê Kurdan e.
Sedema teqîna li stasyona metro ya Maelbeek a li Brukselê hînê nehatiye zanîn. Tê gotin, ji ber teqînê birîndar hene.
Li gorî Radyo û qenalên TV yên Belçîkayê RTBF, ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên nexweşxaneyê, di teqînan de 10 kesan jiyana xwe ji dest dane, 30 kes birîndar bûne.
TEQÎN NÊZÎ KONÊ KURDAN
Rawestgeha metro ya teqînê lê rû da, 400 metre nêzî konê Kurdan ê li Brukselê hatiye vedan e.
Rayedarên Tirk, ji ber konê Kurdan, gef li Belçîkayê xwaribûn.