Polîsên Belçîkayê 6 gumanbar binçav kirin

Dozgerê lêpirsîna 2 êrîşên DAIŞ'ê yên roja Sêşemê li Brukselê hatin kirin, da xuyakirin ku di operasyonan de 6 kes hatine binçavkirin.

Dozgerê lêpirsîna 2 êrîşên DAIŞ'ê yên roja Sêşemê li Brukselê hatin kirin, da xuyakirin ku di operasyonan de 6 kes hatine binçavkirin.

Li gorî daxuyaniya dozgeriyê, têkildarî kesên piştî êrîşê hatin binçavkirin wê îro biryar bê dayîn ku doz li wan bê vekirin yan na.

Der barê nasnameya binçaviyan de ti agahî nehat dayîn. Ajansa Nûçeyan a Belga da xuyakirin, ku operasyon li komunên Schaerbeck û Jette hatiye kirin. Hat ragihandin, yekîneyên taybet ên polîsan tevlî operasyonê bûne. 

Di êrîşên bombeyî yên sibeha Sêşemê yên li Balafirgeha Zaventem û stasyoa metro ya Maalbeekê de 31 kesî jiyana xwe ji dest dabûn. Di operasyona piştî teqînan de li maleke li Schaerbeckê bombe hatibû dîtin.