Qibris ji 'Paketa Alîkariyê' ya 3 salan rizgar dibe

Qibris di dawiya dawî de ji 'Paketa Alîkariyê' ya 3 salan, ku Yekîtiya Ewropayê (YE) rizgar dibe, ku bi vê paketê re mehkûmî polîtîkayên tund ên şidandina kemberê bûbû.

Qibris di dawiya dawî de ji 'Paketa Alîkariyê' ya 3 salan, ku Yekîtiya Ewropayê (YE) rizgar dibe, ku bi vê paketê re mehkûmî polîtîkayên tund ên şidandina kemberê bûbû. Piştî biçûkbûna aboriyê ya 3 salan, cara yekemîn Qibris ji aliyê aboriyî ve par di asta rêjeya ji sedî 1,6'an mezin bû.

Paketa Alîkariyê ya YE, ku piştî pirsgirêkên mezin ên li sektora bankavaniyê ya li Qibrisê di Adara 2013'an de hatibû qebûlkirin, dema wê ji 31'ê Adarê û pê ve diqede.

Di çarçoveya vê paketê de, di berdêla alîkariya ji 10 mîlyar Euro ya Banka Navendî ya Ewropayê (ECB) de, Qibrisê qebûl kiribû ku bi 13 mîlyar Euroyî teserûfê bike.

Di nava vê demê de, welatiyên Qibrisê ancax bi pereyekî kêmî hezar Euroyî dikarîbû derkevin derveyî welat. Ev pêkanîn di Nîsana 2015'an de bi dawî bû. Duyemîn mezintirîn banga welêt Banka Laîkî jî îflas kiribû.

Li aliyê din, gelek saziyên dewletê hatibûn xwemalîkirin û dewlet hatibû 'biçûkkirin'.

Serokê Eurogoup Jeroen Dijsselbloem da xuyakirin, ku Qibrisê di nava 3 salan de bi tenê 6,5 mîlyar Euro ya krediya ECB bi kar aniye û îdîa kir ku Qibris bi awayekî serketî ji vê pêvajoyê derketiye.