Li Pakîstanê lehî rabû: Bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dan
Li Pakîstanê, ji ber barana dijwar lehî rabû. Di karesatê de bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li Pakîstanê, ji ber barana dijwar lehî rabû. Di karesatê de bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li eyaleta Belûcîstan a li başûrrojavayê welêt, ji ber rabûna lehiyê 17 kesan jiyana xwe ji dest dan. Li eyaleta Kîber Paktûnkva ya li bakurrojava jî 6 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Ji ber lehiyê li herêmên din ên bejahî herî kêm 5 kesan jiyana xwe ji dest dan. Her wiha ji ber lehiyê kaneke madenê herifî û herî kêm 5 karkeran jiyana xwe ji dest dan. Tê gotin bi qasî 30 karker jî li hundirê kanên madenê asê mane.
Li Pakîstanê, ji ber barana mûson îsal karesatên mezin ên lehiyê radibin. Di karesatên lehiyê yên sala 2010'an de li Pakîstanê 1.700 kesan jiyana xwe ji dest da bûn, 18 mîlyon mirovan jê zerar dîtibûn.