Ev bendav di sala 2014'and e ji aliyê dijminê mirovahiyê DAIŞ'ê ve hatibû dagirkirin û piştî demeke kurt, bi destwerdana koalîsyona navneteweyî û hêzên Kurd re hatibû rizgarkirin. Bendav niha ji aliyê hêzên Kurd ve tê parastin.
Bendava Mûsilê, mezintirîn bendava Iraqê ya li ser Çemê Dîcleyê hatiye çêkirin e. Lê belê ji ber ku erdê li ser hatiye çêkirin ne zexm e, xeteriya hilweşînê heye.
Ev bendav ji aliyê elektrîk û avê ve beşeke mezin a bajarê Mûsilê xwedî dike.
PÊLÊN BI BILINDAHIYA 14 METREYAN DIBE KU RABIN
Tê gotin, eger bendav xera bibe wê pêlên mezin rabin, ev pêl wê Mûsil û Bexdayê bidin ber xwe û bandorê li 1,5 mîlyon mirovan bikin. Bexda bi qasî 400 kîlometre li başûrê bendavê ye. Li gorî pisporan, eger bendav hilweşe dibe ku pêlên avê yên bi bilindahiya 14 metreyan rabin.
Sefîra DYA ya li Neteweyên Yekbûyî Samanta Power di vê der barê de bi Sefîrê Iraqê yê li Neteweyên Yekbûyî Mûhammed el Hakîm re civînek pêk anî. Di civînê de li ser rewşa Bendava Mûsilê agahî hat dayîn. Power bang li endamên Neteweyên Yekbûyî kir, ku ji bo pêşîgirtina li karesateke bi vî rengî, tedbîran bigirin.
Power daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Girîng e hemû endamên Neteweyên Yekbûyî ji aliyê girîngiya pirsgirêkê û amadekariya ji bo pêşîgirtina li karesateke însanî ya mezin, bên agahdarkirin."