'ExoMars' sibe destpê dike
Yekemîn maşîna fezayî ya Ewropayê ya ji bo Marsê, ku bi hevkariya Ajansa Fezayî ya Ewropayê (ESA) û Ajansa Fezayî ya Rûs (Roscosmos) ve hat amadekirin û wê xwe li Marsê deyne, sibe ber bi gerstêrka sor ve tê şandin.
Yekemîn maşîna fezayî ya Ewropayê ya ji bo Marsê, ku bi hevkariya Ajansa Fezayî ya Ewropayê (ESA) û Ajansa Fezayî ya Rûs (Roscosmos) ve hat amadekirin û wê xwe li Marsê deyne, sibe ber bi gerstêrka sor ve tê şandin.
Maşîna fezayî ya bi navê TGO, wê di çarçoveya mîsyona bi navê ExoMars de ji Marsê re bê şandin. Ev maşîn wê kompozîsyon û guherîna atmosfera Marsê di nava demsalên cuda de lêkolîn bike.
Li hemberî robotê kaşîf (rover) ê bi navê Cûrîosîty, ku beriya niha ji aliyê Ajansa Fezayê ya Amerîkayê ve ji Marsê re hat şandin û lêkolînên xwe didomîne, hevrikekî nû derket.
Maşîna fezayî ya bi navê Trace Gas Orbîter (TGO), ku yekemîn maşîna fezayî ya Ewropayê ya ji bo Marsê ye û giraniya xwe 4 ton e, wê sibe ji Baregeha Fezayî ya Rûs a li Kazakîstanê Baykonûr bê şandin.
Tevî lêkolînkirina organîzmayên mîkro yên cuda yên li atmosfera Marsê, TGO wê guhertinên demsalî yên li vê gerstêrkê lêkolîn bike. Gaza metanê ku beriya niha ji aliyê maşîna fezayî ya Amerîkî Cûrîosîty ve hatibû tespîtkirin, wê ji aliyê TGO ve bê lêkolînkirin, bê çawa û ji kîjan çavkaniyê peyda bûye.
WÊ DÛRE ROBOTÊ KAŞÎF BÊ ŞANDIN
Asta duyemîn a mîsyona Marsê ya ESA û Roscosmos ExoMars wê robotekî kaşîf (rover) be. Ev robotê kaşîf wê xwedî hin amûrên zanistî û mekanîzmayeke pê tehtan qul bike, be. Bi vê yekê re wê dibetiya hebûna nîşaneya jiyanê ya li Marsê lêkolîn bike.
MAŞÎNA DAKETINÊ SCHÎAPARELLÎ WÊ BÊ CERIBANDIN
Maşîna Schîaparellî ya ji 600 kîloyî, ku ESA beriya niha ji bo daketinên ceribandinê amade kiribû, wê ji bo daxistina TGO test bike. Bi saya vê maşînê wê TGO dakeve Marsê.
Maşîna testa daketinê ya bi navê Shcîaparellî, wê bi maşîna fezayî TGO re bikeve rê û piştî rêwîtiyeke 7 mehan, 4 roj beriya bidawîbûna vê rêwîtiyê wê ji maşîna fezayî TGO cihê bibe û beriya wê dakeve Marsê. Eger ev testa daketinê serketî be, wê maşîna fezayî TGO jî dakeve.
Tê payîn ku mîsyona ExoMars a Ewropayê heta sala 2022'an dewam bike. Tê gotin maliyeta vê mîsyonê 1,2 mîlyar Euro ye.
Maşîna fezayî TGO ku wê heta Marsê 500 mîlyon kîlometre biçe, wê sibe li gorî dema Parîsê saet di 10.31'ê de ji baregeha Baykonûr a li Kazakîstanê bê şandin.