Li ser banga saziyên civakî yên sivîl ên bi meyla rastgiriyê, bi sed hezaran kes li gelemperiya welêt daketin qadan û xwestin Roûssef îstifa bike.
Tevî skandala bertîlê ya li şîrketa Petrobrasê, sûcdariyên 'makyajkirina' daneyên budçeya cemaweriyê ku li Serokdewlet Dîlma Roûssef tên kirin, krîza li welêt kûrtir dike.
Piştî ku pêşawerê Roûssef Lûla da Sîlva jî tevlî lêpirsînê hat kirin, zextên li Serokdewleta endama Partiya Karker (PT) zêde bû.
Li ser banga 'komeleyên civaka sivîl' ên rastgir, li 400 bajarên gelemperiya welêt, ji bo îstifakirina Dîlma Roûssef xwepêşandan hatin lidarxistin. Ji van xwepêşandanan a herî girseyî li Rîo de Janerîo hat lidarxistin. Polîsan li ser hejmara beşdaran agahî neda, lê belê organîzatoran îdîa kirin ku ji 700 hezar heta 1 mîlyon mirov beşdar bûne.
Li gorî agahiyên polîsan bi qasî 100 hezar kes beşdarî xwepêşandana li Brasîlîa bûn.
Li bajarê Sao Paûlo jî, ku mala Lûla da Sîlva lê ye, alîgirên Partiya Karker xwepêşandan pêk anîbûn. Alîgirên partiyê pankartên bi nivîsa "Em ê rê nedin darbeyê" hilgirtin.