Daxwaza girtina Serokdewletê berê yê Brezîlyayê hat kirin

Serokdewletê berê yê Brezîlyayê Lûîz Înacîo Lûla da Sîlva ku di çarçoveya lêpirsîna spîkirina pereyê reş de hat binçavkirin daxwaza girtina wî hat kirin.

Li Brezîlyayê, dozger têkildarî şîrketa petrolê ya dewletê Petrobras de lêpirsîneke mezin a li hemberî karên ne li rê dimeşîne. Serokdewletê berê Lûla di çarçoveya vê lêpirsînê de hefteya bihurî hatibû binçavkirin. Serokdewletê berê û hevjîna wî, di nava 16 kesên bi spîkirina pereyê reş tên sûcdarkirin cih digirin. Tê gotin ku navê kurê Serokdewletê berê jî di lîsteyê de heye. Lûla û hevjîna wî Marîsa Letîcîa, têkildarî xaniyê wan ê li avahiyeke li bejarokê Gûarûja hatibûn lêpirsîn.

Lûla yê 70 salî sûcdariyên lê tên kirin red dike û îdîa dike ku ew daîre ti carî nebûye ya wî.

Lûla di navbera salên 2003-2011'an de wezîfeya Serokdewletiyê kiribû.