Rûsya ji sibehê û şûnde wê hêzên xwe yên li Sûriyeyê bikşîne. Hate ragihandin ku leşkerên Rûs ên li Balafirgeha Hmeymîn û Bendera Tartûsê wê hebûna xwe bidomînin û leşkerên li vir wê agirbestê kontrol bike.
Piştî Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn, Wezîrê Karên Rûsya Sergey Şoygû û Wezîrê Karên Hundir Sergey Lavrov li hev civiyan, da xuyakirin ku hêzên Rûs ji bo pêvajoya aştiyê şertên pêwîst afirandiye. Pûtîn got difikire ku wezareta parastinê wezîfeyên xwe pêk aniye, got: “Ji ber vê jî ez emir dikim ku ji sibehê û şûnde qismek esasî ya koma me ya leşkerî xwe ji Sûriyeyê bikşîne.”
Pûtîn anî ziman ku wê Bendera Tartûsê û Balafirgeha Hmeymîmê xebatên xwe bidomîne, destnîşan kir ku divê ev cih hem ji bejahî hem hewayî hem jî behrê baş bên parastin, diyar kir ku leşkerên li wir wê agirbestê kontrol bike.
Berdevkê Kremlînê Dîmîtriy Peskov ragihand ku têkîldarî vekişandina leşkerên li Sûriyeyê Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad agahdar kiriye.