Ne mîlyonek, 600 hezar penaber hatine Elmanyayê
Tê gotin, hejmara penaberên hatine Elmanyayê ne mîlyonek e, bi qasî 600 hezar e.
Tê gotin, hejmara penaberên hatine Elmanyayê ne mîlyonek e, bi qasî 600 hezar e.
Têkildarî hejmara penaberên par xwe gihandin Elmanyayê, îdîayeke nû hat kirin. Rojnameya Tageszeîtûng, li gorî agahiyên xwe yên dispêre Die Linke, di sala 2015'an de hejmara penaberên hatine Elmanyayê ne mîlyonek e, bi qasî 600 hezar e.
Rojnameyê, bersivên li pêşnûme pirseke Die Linke ya pêşkêşî Meclîsa Federal hatibû kirin, weşand. Li gorî vê yekê, hejmara penaberan ku Wezareta Karên Hundir beriya niha gotibû mîlyonek derbas kiriye, ya rastî bi qasî 600 hezar e.
Tê gotin, ji ber ku hin ji penaberên hatine Elmanyayê li cihên cuda çend caran li ser hev hatine qeydkirin, hejmara wan zêde bûye.
Li gorî bersivên ji pêşnûme pirsa Die Linke re hat dayîn, di dawiya sala 2015'an de hejmara penaberên li Elmanya yên xwedî statuyên cuda 950 hezar bû û 300 hezar jî li ser sînor hatine qeydkirin. Di sala 2014'an de hejmara penaberên hatin vî welatî 625 hezar e.
Li aliyê din, di sala 2014'an de ji 109 hezar koçberan re statuya penaberiyê yan jî parastinê hat naskirin. Di sala 2015'an de jî ji 211 hezar kesî re ev statu hat dayîn. Di dawiya sala 2014'an de hejmara penaberên dozên wan dewam dikir 178 hezar bû. Di dawiya sala 2015'an de ev hejmar gihaşt 350 hezarî.
Di sala 2014'an de ji sedî 25 ê penaberên serlêdêr, di sala 2015'an de jî ji sedî 48 ji wan mafê mayîna li vî welatî bi dest xistin.