Hilberîna li YE bendewarî derbas kir

Li gorî daneyên Saziya Statîstîkê ya Yekîtiya Ewropayê (Eurostat), rêjeya hilberînê ya li nava gelemperiya Yekîtiya Ewropayê (YE), rêjeya bendewariyê derbas kiriye.

Li gorî daneyên Saziya Statîstîkê ya Yekîtiya Ewropayê (Eurostat), rêjeya hilberînê ya li nava gelemperiya Yekîtiya Ewropayê (YE), rêjeya bendewariyê derbas kiriye.

Li gorî Eurostat, li Herêma Euro ya ji 19 endaman, di meha Çileyê de rêjeha hilberîna li qada înşaetê ji sedî 2,1 zêde bû. Li gorî Çileya 2015'an bi rêjeya ji sedî 2,8 zêde bû. Ekonomîstan texmîn dikin ku ev zêdebûn herî zêde di asta ji sedî 1,6 de be.

Zêdebûna hilberîna pîşesaziyê di meha Çileyê de li gelemperiya Yekîtiya Ewropayê ji sedî 1,6, li gorî Çileya 2015'an jî ji sedî 2,5 bû. Hilberîna malên sermayeyê jî li gorî meha Kanûnê ji sedî 3,9 zêde bû. Li gorî par hilberîna li vê qadê ji sedî 4,6 zêde bû

Li gorî daneyan, li sê aboriyên mezin ên Herêma Euro Elmanya, Fransa û Îtalyayê hilberîna di pîşesaziyê de ji bendewariyan zêdetir bû.