Bûlgarîstan jî li hemberî penaberan ewlekariya sînor dişidîne

Bi deh hezaran penaberên di ser Tirkiyeyê re derbasî Yewnanîstanê bûne, ji bo xwe bigihînin welatên Ewropayê di nava lêgerînan de ne. Piştî Arnavûtlûkê, niha jî Bûlgarîstanê ewlekariya xwe ya li ser sînor zêde kir.

Wezîrê Parastinê yê Bûlgarîstanê Nîkolay Nençev da xuyakirin, ku li hemberî rîska herikîna penaberan ber bi welatê wan ve, ew ê tedbîrên li ser sînor zêde bikin. Wezîr got, 'eger pêwîstî pê hebe' wê têl jî li ser sînor bên rêsandin.

Wezîrê Karên Hundir Rûmyana Baçvarova jî da zanîn, tedbîrên li hemberî 'rîska koça penaberan' wê li ser sînor derxînin asta herî bilind.

Li gorî agahiyên ji aliyê Serokwezîr Boyko ve hatin dayîn, dibe ku 500 leşkerên din jî tevlî ewlekariya li ser sînor bên kirin.