Buhayê warîla petrolê ku di meha Çileyê de daket heta 28 dolarî, duh careke din gihaşt asta 40 dolarî. Buhayê petrolê ku ji Hezîrana 2014'an û vir ve her kêm dibû, ji nû ve zêde bû.
Li gorî rapora IEA, di encama hevdîtinên Erebîstana Siûdî, Venezûela, Rûsya û Qatarê yên li ser sekinandina kapasîsteya hilberîna petrolê, buhayê petrolê wê hîn zêdetir bibe.
Di raporê de hat ragihandin, her çend Îran hewldanên xwe yên ji bo zêdekirina îxracata petrolê didomîne jî, pirsgirêkên sewqiyata petrolê ya welatên Iraq, Nîjerya û Mîrnişînên Ereb ên Yekbûyî, buhayê petrolê wê zêde bibe. Zêdebûna daxwaza peydakirina petrolê û kêmbûna nirxê dolar, weke çend ji sedemên zêdebûna buhayê petrolê tên nîşandan.
IEA da zanîn, ew texmîn dikin ku hevsengiya di navbera daxwaza petrolê û buhayê wê de, wê di sala 2017'an de pêk were.
Buhayê petrolê ku di sala 2014'an de warîlek 110 dolar bû, ji hingî ve kêm bû. Di meha Çileyê de buhayê warîlê daket 28 dolaran. Vê yekê li nava welatên îxracata petrolê dikin Rûsya, Erebîstana Siûdî, Venezûela û Norwêcê rê li ber krîza aboriyê vekiriye.