Îranê di sala 2015'an de ji aliyê îdaman ve 'rekor' şikand
Li Îranê di dema Hasan Rûhanî de ku ji sala 2013'an û vir ve Serokkomar e û xwe weke 'reformxwaz' pênase dike de, îdam gelekî zêde bûn.
Li Îranê di dema Hasan Rûhanî de ku ji sala 2013'an û vir ve Serokkomar e û xwe weke 'reformxwaz' pênase dike de, îdam gelekî zêde bûn.
Li Îranê di dema Hasan Rûhanî de ku ji sala 2013'an û vir ve Serokkomar e û xwe weke 'reformxwaz' pênase dike de, îdam gelekî zêde bûn. Li gorî raporeke Neteweyên Yekbûyî, îdamên di sala 2015'an de hatin kirin gihaşt hejmara herî bilind a îdamên 20 salên dawî.
Raportorê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî Ahmet Şahed li ser binpêkirina mafên mirovan ên li Îranê raporek amade kir û da zanîn, ku îdamên sala 2015'an gihaştine asta rekorê.
Li gorî raporê, zêdebûna îdaman ji sala 2013'an dema Serokkomariya Hasan Rûhanî balê dikişîne. Di encama hevdîtin û axaftina bi welatiyên li Îran û derveyî welat de, di sala 2015'an de herî kêm 996 kes hatine îdamkirin.
Di rapora Neteweyên Yekbûyî de xaleke din a balkêş, îdamkirina mehkûmên kêm 18 salî ye. Li gorî vê yekê, ji mirovên li girtîgehan hatine darvekirin 16 jê kêmî 18 salî ne.
Raportor Ahmed Şahed da zanîn, ku hejmara îdamên li Îrane hatin kirin gihaşt asta herî bilind a 20 salên dawî. Raportor diyar kir, piraniya îdaman têkildarî bazirganiya narkotîkê hatine kirin û pêvajoya hiqûqe nehatiye meşandin û di darizandina adîl de kêmasî hatine kirin.
Raportor ragihand, gelek şahidan diyar kirine ku li girtîgehan îşkence li mehkûman tê kirin û îfadeyên bi îşkenceyê tên girtin, derbasdar tên hesibandin. Raportor ev yek rexne kir û anî ziman ku mehkûm nikarin mafê xwe yê parêzeran jî bi kar bînin.