Naziyê berê: Haya her kesî ji bûyerên li kampên komkirinê diqewimîn hebû
Doza leşkerên li kampên komkirinê yên Elmanya Nazî, ku di dema Şerê Duyemîn ê Cîhanê de li van deran bi mîlyonan mirov hatin qetilkirin, dewam dikin.
Doza leşkerên li kampên komkirinê yên Elmanya Nazî, ku di dema Şerê Duyemîn ê Cîhanê de li van deran bi mîlyonan mirov hatin qetilkirin, dewam dikin.
Ji wezîfedarên kampa komkirinê ya Naziyan Reînhold Hannîng ê li Dadgeha Eyaletê ya li bajarê Detmoldê tê darizandin, doza rûniştina li hemberî wî hat vekirin, dewam kir.
Ji wezîfedarên Kampa Komkirinê ya Aûschwîtzê Jakob Wendel ê 92 salî, weke şahid di rûniştina dozê de axivî. Wendel da xuyakirin, ku haya hemû leşkerên demekê li kampê komkirinê ma ne ji komkujiyan hebû. Wendel diyar kir, berpirsyariya komkujiyên li kampan a her kesî ye û got, "Kî zêdeyî 2 salan lê ma, haya xwe ji qewimînên li wir heye."
Wendel da zanîn, ku dema ew weke nobedar li Aûschwîtzê bû, mirov bi awayekî komî dihatin anîn û cesedên yên hatin kuştin jî davêtin kremtoryûman. Wendel bibîr xist, ku madeya kîmyewî davêtin nava odeyên gazê yên li kampê û anî ziman, ku ew nizane bê ev gaz gaza Sîklon B ye yan na.
Leşkerê berê yê Nazî yê 94 salî Reînhold Hannîng ê li Detmoldê tê darizandin. bi alîkarîdayîna ji bo qetilkirina 170 hezar kesî tê sûcdarkirin.
Jakob Wendel ê di dozê de bû şahid, ji ber ku piştî şer li Polonyayê hat darizandin û cezakirin, li Elmanyayê doz lê nehat vekirin. Di rûniştina 18'ê Adarê de jî wê li Wendel bê guhdarîkirin.
Tevî ku tê zanîn li Elmanyayê bi hezaran endamên berê yên Nazî hene, darizandina van kesan piştî nîvê duyemîn ê salên 2000'î hatibû rojevê. Darizandina endamên Nazî ku gelek ji wan mirine û yên saz jî zêdeyî 90 salî ne, bi tenê sembolîk e.