Pisporên Japon dema li sergoyên ji plastîkan lêkolîn kirin, bakteriyekî ku navê îdeonella sakanîensîs dîtin. Derket holê ku ev bakterî wê karibe yek ji mezintirîn pirsgirêka hawirdorê çareser bike.
Hat dîtin, ku ev bakterî bi tenê xwe bi xwarina plastîk xwedî dike û bi hilberîna du enzîman re plastîk vediguherîne enerjiyê. Li gorî zanyaran, dema bikaranîna plastîk ji sala 1940 û vir ve bê nrixandin, xuya ye piştî 70 salan plastîk veguheriye.
Ekîba ku ev bakterî dît bi hêvî ye, ku ji bo vegera plastîk li xwezayê yan jî tinekirina wê, ev bakterî yan jî enzîmên wê dikarin bên bikaranîn.
Bi zêdebûna nifûsa cîhanê û bikaranîn plastîkê re, vegera plastîkê li xwezayê bû pirsgirêkeke gelekî mezin. Lewma ev keşif gelekî girîng tê dîtin.
Bi tenê di sala 2013'an de 56 mîlyon ton plastîk hat hilberîn. Ji van bi tenê 2.2 mîlyon ton hat veguherîn. Yên mayî jî hawidorê gemarî dikin.
Serkêşê ekîba Japon Koheî Oda jî diyar kir, ku ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê bikaranîna bakterî û mîkropan dibe ku çareseriyeke aqilane be.
BAKTERÎ BI ÇI RENGÎ PLASTÎKÊ DIXWE
Li gorî lêkolîna hat kirin, bakterî piştî ku plastîkê digire nava xwe, enzîmên terephthalîc asît û ethylene glycol hildiberîne û dadiqurtîne. Ev her du made jî îro tên hilberîn û zerarê nadin hawirdorê.
Ev bakterî parçeyekî biçûk ê plastîkê di nava germa 30 pileyî de di 6 hefteyan de tine dike. Lê belê zanyar di wê baweriyê de ne, ku bi endezyariya genetîk re dikarin vê dema kêmtir bikin.