NY: Drama mirovahiyê ya li Îdomenî di asta herî bilind de ye

Ji berdevkên Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) Babar Baloch da xuyakirin, ku zêdeyî 14 hezar penaberên li Îdomenî, di nava şert û mercên 'nayên jiyîn' de dijîn.

Berdevk ragihand, qada kampê ya penaberên li Îdomenî lê dijîn, "asta herî bilind a drama mirovahiyê ya li Ewropayê ye" û  anî ziman, ku penaber bi pirsgirêkên gelekî giran ên tenduristiyê re rû bi rû ne.

Berdevk da zanîn, ji ber barana li herêmê dibare, ev dram girantir bûye û da xuyakirin, ku tiwaletên li kampê jî di nava avê de man e. Babar Baloch diar kir, ji ber serma û gemara li herêmê bi dehan zarok nexweş ketine, rakirine nexweşxaneyê û anî ziman, hin ji van bi vîrûsan ketine.

Ji ber ku Makedonyayê sînorên xwe girtiye, zêdeyî 14 hezar penaberên li herêma Makedonya Navîn a Yewnanîstanê Îdomenî asê man e. Hefteya derbasbûyî rêveberiya Yewnanîstanê dabû xuyakirin, ku ew ê 7 kampên cuda li herêmê ava bikin.