Îdîayên nû yên li ser nelirêtiya UEFA û FIFA

Îdîayên têkildarî bertîl û nelirêtiya li nava FIFA û UEFA naqedin. Tê gotin ku lêpirsînerên Swîsreyî dest bi lêkolînkirina lêçûnên cuda yên ji mîlyonan frankî kirine.

Li gorî îdîaya rojnameya Frankfûrta Allgemeine Zeitung (FAZ) a Elmanyayê, lêpirsîna nelirêtiyê ya têkildarî rêveberên Yekîtiya Federasyonên Futbolê ya Navneteweyî (FIFA) û Yekîtiya Federasyonên Futbolê ya Ewropayê (UEFA) berfireh dibe. Li gorî FAZ'ê, lêçûnên biguman ên Serokê UEFA Mîchel Platînî yê 6 salan futbol lê hatiye qedexekirin û Serokê berê yê FIFA'yê Joseph Blatter, ji ya tê zanîn gelekî zêdetir e.

Rojname agahiyên xwe dispêre endamên Desteya Îcra ya FIFA'yê û radigihîne ku lêpirsînerên Swîsreyî, tevî lêçûna sala 2011'an a ji 2 mîlyon frankê Swîsreyî, lêçûnên navbera salên 1998-2002'an de jî lêkolîn dikin. Di nava vê demê de Serokê FIFA Blatter û Mîchel Platînî yê ji FIFA'yê re şêwirmendî dikir, bi mîlyonan diravdan kiribûn.

Her çend di fermiyetê e ev lêçûn weke lêçûnên buroya Platînî ya li Parîsê tê dîtin jî, tê lêkolînkirin ku ev buro bi rastî jî hebû yan na.

Li aliyê din, tê gotin ji ber lêçûnên bi guman, li navenda Federasyona Futbolê ya Fransayê ya li Parîsê lêgerîn hatiye kirin. Li gorî agahiyan, ev lêgerîn li ser daxwaza meqamên edlî yên Swîsreyê ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Fransayê ve hatiye kirin.