Tevî nerazîbûna mîlyonan jî Hollande di Qanûna Xebatê de bi israr e
Hikûmeta Fransayê, tevî dijberiya beşeke mezin a civakê jî wê pêşnûme qanûna xebatê ya nû venekişîne.
Hikûmeta Fransayê, tevî dijberiya beşeke mezin a civakê jî wê pêşnûme qanûna xebatê ya nû venekişîne.
Di pêşnûme qanûna ji aliyê Wezîra Xebatê Myrîam el Khomrî ve hat amadekirin û sendîka û tevgerên ciwanan li dij derdikevin de, bi tenê wê hin guhertin bên kirin.
Serokkomar Françoîs Hollande di dema serdana şîrketek li bajarê Seîne-et-Marne de axivî û diyar kir, ku pêşnûme wê neyê betalkirin. Hollande anî ziman, ku di pêşnûmeyê de dibe ku hin 'sererastkirin' werin kirin û îdîak kir ku ev qanûn ji bo 'pêş de çûnê' pêwîst e.
WÊ GIRANIYÊ BIDIN PEYMANÊN BÊDAWÎ
Hollande bal kişand ser xwepêşandanên ji bo betalkirina pêşnûme qanûnê ku di roja Çarşemê de bi tevlîbûna bi sed hezaran kesî pêk hat û got, "Divê bersiv ji endîşeyên van hemû mirovan re bê dayîn."
Hollande ragihand, ku zêdekirina rêjeya peymanên kar ên bêdawî, armanca bingehîn e.
Li Fransayê ku bêkarî di asta rêjeya ji sedî 10,5 de ye, hejmara peymanên kar ên bi dem, ji sedî 80'ê yê peymanên salên dawî ne.
LI DIJÎ QANÛNÊ 1 MÎLYON 250 HEZAR ÎMZE HATIN KOMKIRIN
Li dijî pêşnûme qanûna xebatê, roja Çarşemê li gelemperiya Fransayê li ser banga hin sendîka û rêxistinên ciwanan bi sed hezaran kes daketibûn kolanan. Ji bo betalkirina qanûnê jî kampanya hatiye destpêkirin û heta roja îro 1 mîlyon 250 hezar kes beşdarî vê kampanyayê bûne.