Li şûna 450 salan, vegera salekê ya li xwezayê

Li gorî lêkolîna zanyarên Japon, ku di kovara Scîence de hat weşandin, bakteriyekî hatiye dîtin û ev bakterî plastîkên di 450 salan de di nava xwezayê de dihelin, dikare di nava salekê de li xwezayê vegerîne.

Li gorî lêkolîna zanyarên Japon, ku di kovara Scînce de hat weşandin, bakteriyekî hatiye dîtin û ev bakterî plastîkên di 450 salan de  di nava xwezayê de dihelin, dikare di nava salekê de li xwezayê vegerîne.

Ji pisporên Kyoto Institute of Technology Şosûke Yoşîda û ekîba wî ji bo helandina plastîkan di nava xwezayê de gelek test kirin. Di van ceribandinên li Laboratûvarê de hat şopandin ku plastîk ji aliyê mîkro organîzmayên cuda ve ji hev tê xistin an na. Di dema vê çavdêriyê de bakteriyekî navê Ideonella sakaiensis 201-F6 lê hat kirin, derket holê.

LI ŞÛNA 450 SALÎ, DI NAVA SALEKÊ DE LI XWEZAYÊ VEDIGERÎNE

Di dema testan de hat dîtin, ku plastîkê li cihekî bi germahiya 30 pileyî 60 hefteyan hat ragirtin, ji aliyê bakteriyê bi navê Ideonella sakaiensis 201-F6 ve bi temamî hatiye xwarin.

Piştî ku platîk ji aliyê bakterî ve hat xwarin, enzîmeke bi navê ISF6_4831 derket holê û PET veguhertiye. Dûre enzîmeke duyemîn a bi navê ISF6_0224 afiriye û bi vê yekê re jî plastîk bi temamî ji hev ketiye. Piştî vê guherîn û veguherîne, li dû plastîka test li ser hat kirin, bi tenê asîta tereftal û glîkol maye.

Pisporên ev lêkolîn kirin dan xuyakirin, ku asîta tereftal û glîkol zerarê nadin xwezayê. Ev lêkolîn ji aliyê gelek derdoran ve weke pêşketineke girîng tê dîtin.

Hîndkarê Zanîngeha Greîfswald a Elman Ûwe Bornscheûer lêkolîna li kovara Science hat weşandin nirxand û destnîşan kir ku ji hev xistina plastîkên PET de asteke girîng bi dest ketiye. Bornscheûer diyar kir, eger asîtên tereftal bên îzolekirin û ji nû ve werin bikaranîn, mirov dikarin ji molekulên polîmer ê ji petrolê tên afirandin teserûfê bikin.