Karsazên Elman ji serketina AfD a hilbijartinê bi fikar in
Serketina partiya dijberê koçber û Euro AfD a di hilbijartinên 3 eyaletên Elmanya de, karsazan dixe nava fikaran.
Serketina partiya dijberê koçber û Euro AfD a di hilbijartinên 3 eyaletên Elmanya de, karsazan dixe nava fikaran.
Serketina partiya dijberê koçber û Euro AfD a di hilbijartinên 3 eyaletên Elmanya de, karsazan dixe nava fikaran. Tevî ku ekonomîst dibêjin 'hîn ê pêwîstî bi endîşeyê nîne', karsaz di wê baweriyê de ne ku ev yek wê bandorê li razemeniyên wan bike.
Li eyaletên Baden-Wurttemberg, Rheînland-Pfalz û Sachsen-Anhaltê, ku yek ji 5 parên nifûsa Elmanya lê dijîn, di hilbijartinên eyaletan de partiya populîst a rastgir a bi navê Alternatîf ji bo Elmanya (AfD), xwe gihand rêjeyeke bilind a dengan. AfD di hilbijartinên roja Yekşemê de li Sachsen-Anhaltê bû duyemîn partiya mezin û li Baden-Wurttenberg a nifûsa xwe 11 mîlyon e, ji sedî 15 ê dengan stend.
Ev encamên hilbijartinê ku partiya Serokwezîr Angela Merkel CDU kêm kir, karsazan dixe nava fikaran.
Serokê Yekîtiya Endustrî ya Elman (BDI) Ûlrîch Grîllo encamên hilbijartinê nirxand û anî ziman, ku AfD a bi polîtîkayên xwe yên dijberiya Euro û koçberan tê naskirin wê bandoreke neyînî li razemeniyên li welêt bên kirin, bike. Grîllo bang li siyasetmedaran kir, ku ji bo wergirtin û entergrasyona koçberan rexşerêyekê diyar bikin.
Serokê BDI da zanîn, ku bi saya vê yekê re dikare pêşî li AfD a bi polîtîkayên xwe yên dijberiya koçberan tê naskirin, bê girtin.
Yek ji şîrketên mezin ên eyaleta Baden-Wurttembergê Bosch jî daxuyaniyek weşand û ragihand, ku tevî encamên hilbijartinê jî ew ê rewşa xwe ya 'eyaleteke li cîhanê vekiriye' biparêze. Di daxuyaniyê de hat gotin, rêjeya ji sedî 15'an a AfD li vê eyaletê, bi 'endîşeyeke mezin' tê şopandin.