Tê plankirin, artêşa Elman ji sedî 10 bê zêdekirin
Li Elmanyayê, li ser zêdebûna pêdiviyên leşkerî yên Artêşa Federal (Bundeswehr) çend meh berê raporek hatibû eşkerekirin. Detayên vê raporê derdikevin holê.
Li Elmanyayê, li ser zêdebûna pêdiviyên leşkerî yên Artêşa Federal (Bundeswehr) çend meh berê raporek hatibû eşkerekirin. Detayên vê raporê derdikevin holê.
Tevî xurtkirina çek û rewşa teknîkî, tê gotin ku plan tê kirin 15 hezar leşker û personelên sivîl li nava artêşê bên zêdekirin.
Li gorî agahiyên ji aliyê saziya lêkolînê ya medyayê RedaktionsNetwerk Deutschland (RND) ve hatin weşandin, di nava planên Wezîra Parastinê Ûrsûla von der Leyen de, zêdekirina hejmara endamên artêşa Elman jî heye.
RND ragihand, ku li gorî vê planê, li artêşa Elman a ji 168 hezar endamên timî û 10 hezar endamên dilxwaz pêk tê, wê di destpêkê de 7 hezar endamên din bê zêdekirin.
Tevî personelên leşkerî wê 3 hezar karmendên sivîl jî bên wergirtin, ku ev ê di karên îdarî û teknîkî de bixebitin. Tê plankirin ku di asta duyemîn de jî bi giştî 15 hezar personelên leşkerî û sivîl li artêşê werin zêdekirin.
Li ser vê plana ku RND ragihand, heta niha Wezareta Parastinê daxuyaniyeke zelal nedaye. Lê bedevkekî wezaretê diyar kir, ku ji bo mezinkirina artêşê di rewşa heyî de biryareke wan nîne. Berdevk da xuyakirin, ku di nava vê mehê de wê biryareke bi vî rengî neyê girtin û lêkolînên li ser mijarê jî wê bidomin.