Ewlekariya santralên nukleerî yên li Fransayê, hem li vî welatî hem jî li welêtên cîran mijara nîqaşê ye. Tê gotin, raporên li ser ewlekariya van santralan hatine amadekirin balê dikişînin ser endîşeyên giran.
Malpera Le Joûrnal de l'Enegerî raporên Ajansa Ewlekariya Nukleerê ya Fransayê (ASN) şîrketa elektrîkê ya cemaweriyê EDF ên li ser ewlekariya santralên nukleerê. Di raporan de tê destnîşankirin, ku li gelek rekatorên santalên nukleerî yên li Fransayê, kêmasiyên mezin ên ewlekariyê hene.
Di raporan de tê ragihandin, ku li 58 reaktorên nukleerî yên li gelemperiya welêt, beşeke mezin a sîstemên jeneratora dîzel a cihgir bi pirsgirêk in û ti ji wan 'bi têkerî naxebitin'. Li gorî raporê, ji sedî 43 ê van sîsteman di asta 'divê were kontrolkirin' de ye, ji sedî 44 jî 'mehitî' ye. Ji sedî 13 ên mayî jî di asteke 'nayê qebûlkirin' de ye.
Di raporên ASN û EDF ên li ser salên 2014 û 2015'an de bal tê kişandin ser pirsgirêkên mîna jêçûna hewa, rûn û sotemeniyê ji rekatoran.
Di nava van santralên li welêt de yên herî zêde pirsgirêk li wan hatin tespîtkirin santralên Palûel, Gravelînes û Flamanvîlle ne.
Jeneratorên dîzel ên cihgir ên li reaktorên nukleerî, dema elektrîk ji nişka ve biçe, ji bo karê cemidandina li reaktorê nesekine, dikeve dewrê.
HEM LI FRANSA HEM JÎ LI WELATÊN CÎRAN TÊ REXNEKIRIN
Li Fransayê, ku ji aliyê teknolojî û hilberîna enerjiya nukleerê de yek ji welatên sereke ye, ewlekariya li van santralan di salên dawî de rê li ber nîqaşan vekir. Ji ber ku hin santral li nêzî sînor in, van nîqaşan li welatên cîran jî destpê kirin.
Wezîra Hawirdorê ya Fransayê Segolene Royal çend meh berê daxuyaniyek dabû û ragihandinibû, ku ew ê dema bikaranîna santralên nukleerî yên emrê wan 40 sal in, bikin 50 sal.
Santralên herî zêde li ser nîqaş tên kirin jî santrala Fessenheîm a li ser sînorê Elmanyayê û santrala Cattenom a li ser sînorê Luksembûrgê ne. Pirsgirêkên ewlekariyê yên van santralên di salên 1970 û 80'ê de dest bi kar kirin, welatên cîran dixin nava fikaran.