Pêvajoya aştiyê ya Kolombiya: FARC’ê dîrokek nû pêşniyar kir

Tevgera gerîla ya herî mezin a Kolombiyayê, ji bo îmzekirina peymana aştiyê pêşniyar kir ku dîrokeke nû were diyarkirin.

Tevgera gerîla ya herî mezin a Kolombiyayê, ji bo îmzekirina peymana aştiyê pêşniyar kir ku dîrokeke nû were diyarkirin. Her du aliyan jî pejirandin ku dîroka 23’ê Adarê ya ku ji berê de diyar kiribûn, wê îmzekirina peymanê zor be.

Muzakerevanê Aştiyê yê Hêzên Biçek Şoreşger ê Kolombiya FARC Joaqûîn Bomez diyar kir ku ew beşdarî daxuyaniya Serokê Dewleta Kolombiya Jûan Manûel Santos a ku “Ji bo 23’ê Adarê merc dest nade’ dibin.

Li Havana ku ev sê sal in muzakere berdewam dikin, Gomez li navenda muzakereyê daxuyanî da û got: “Ji bo dîrokek nû diyarkirinê em amadene.”

Roja Çarşemê Serokê Dewleta Kolombiya Santos diyar kir ku ji bo tenê dîroka hatî destnîşankirin bi cih were wê “peymaneke şaş” îmze nekin. Dîroka 23’ê Adarê, di hevdîtina dîrokî ya bi Serokê FARC’ê Tîmoleon Jîmenez a Îlona 2015’an de hatibû diyarkirin.

Santos wiha gotibû: “Eger 23’ê Adarê peymanek baş pêk neyê, ez ê pêşniyar bikim ku aliyê din dikare dîrokeke nû diyar bike.”

Hikûmet û gerîlayên FARC’ê ji Mijdara 2012’an ve muzakereyan dikin. Li gorî jimarên fermî 7.500 şervanên FARC’ê hene. Ev şer ji nîv sedsalê zêdetir e tê meşandin.

Her du alî, di pêvajoya muzakereyan de gelek peyman bi hev re îmze kirine. Bi taybet reforma xakê, têkoşîna bi hatin û çûyîna madeyên hişbir, beşdarbûna gerîlayan a jiyana siyasî û berdêla ziyanên hatine dayîn bê razandin, peyman hatine îmzekirin.

Şerê ku bi salan di navbera gerîlayan û hikûmetê de hat kirin, hêzên milîtanên bi pere yên çepgirên nîjadperest jî beşdar bûne. Di şerê ku nîv sedsal hat kirin de nêzî 260 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan, 45 hezar kes winda bûn û 6.6 milyon kes neçarî terikandina malên xwe bûn.

Bi FARC’ê re peyman bê îmzekirin, di rêya aştiyê de wê gavek mezin bê avêtin, lê divê bi tevgera din a gerîla ya Artêşa Rizgariya Netewî (ELN) re jî muzakere bên kirin. Di navbera ELN û hikûmetê de gelek caran ji bo bingeh bê avakirin hevdîtin hatine kirin.