Apple û DYA-Fransa li ser nepenîtiya daneyan li hev nake
Di navbera hilberînerên telefonên mobîl-şîrketên medya civakî û dewletan de, nîqaşên li ser mijara parvekirina agahiyên teknîkî yên mirovên sûc kirine, mezin dibe.
Di navbera hilberînerên telefonên mobîl-şîrketên medya civakî û dewletan de, nîqaşên li ser mijara parvekirina agahiyên teknîkî yên mirovên sûc kirine, mezin dibe.
Piştî DYA, vê carê jî Fransa ji şîrketa Apple ne razî ye, ku xwe nade ber eşkerekirina kodên telefonan ên sûcdarên terorê.
Tê xwestin, ku koda vekirinê ya telefona mobîl a çeteyê bi navê Sayîd Farûk ê li eyaleta Kalîforniyayê 14 kes qetil kir, bê eşkerekirin. Lê belê şîrketa Apple bersiveke erênî nade. Di heman demê de ji bo vekirina koda telefonên iPhone yên hin endamên DAIŞ'ê yên roja 13'ê Mijdarê li Parîsê 130 kes qetil kirin, ji şîrketê daxwaz hat kirin, lê şîrketê alîkarî neda.
Her du welat bi israr dixwazin ku kodên telefonên mobîl ên sazî yan jî kesên pêwendiya xwe bi çeteyên komkujî kirine hene, werin eşkerekirin.
Serokê DYA Barack Obama çend roj berê daxuyaniyek dabû û şîrketa Apple ya ku alîkariya teknîkî di vî warî de nade Îstîxbarata Navxweyî û Rêxistina Ewlekariyê ya Amerîka (FBI), bi tundî rexne kiribû.
Wezîrê Karên Hundir ê Fransayê Bernard Cazeneûve li Zanîngeha George-Washîngton a DYA axivî û destek da Obama. Cazeneûve da xuyakirin, ku şîrketa Apple bersiveke erênî nedaye daxwaza wan a hevkariyê û got, "Pêwîste em di navbera ewlekarî û azadiyê de hevsengiyekê biafirînin."
Li aliyê din, doza ji bo çareserkirina vê rewşa lihevnekirî ya navbera Apple û FBI di 22'ê Adarê de destpê bike.
Apple, ku ji Facebook û Google destekê dibîne, di wê baweriyê de ye ku eger FBI xwe bigihîne vî mafî wê azadiya bikarhênerên wan ên telefonên mobîl wê bisînor bibe.
Ji rêveberên şîrketê Eddy Cûe duh daxuyaniyek da û got, "Dibe ku di dema pêş de dewlet zextê li şîrketê bike û bixwaze kamera û mîkrofonên telefonên bikarhêneran bişopînin."
Cûe diyar kir, eger di dozê de FBI bi ser bikeve, wê di dema pêş de FBI karibe di dozên cihêbûn, bac an jî koçberan de jî, kamera û mîkrofonên telefonên mobîl kontrol bike û bi vî rengî wê mirov karibin bi hêsanî werin şopandin.