Rûsya: Wê li Sûriyeyê agirbest bêdawî be

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Marîa Zaharova diyar kir ku di nava 3 rojan de di agirbesta li Sûriyeyê hatiye destpêkirin de 31 îxlal hatine kirin.

Di çarçovaya hevpeymana di navbera DYE û Rûsyayê de agirbesta ku roja Şemiyê hatî îlankirin, rexmê îxlalên tên kirin jî berdewam dike.

Li Moskowê Marîa Zaharova civîna heftane li dar xist û diyar kir ku agirbesta ku ji roja 27’ê Sibatê hatî destpêkirin di 3 rojên herî dawî de 31 îxlal hatine kirin.

Zaharova destnîşan kir ku agirbest tenê bi hefteyekê sînordar namîne û wiha anî ziman:

“Li gorî gelek nûçeyên dezgehên çapemeniyê nivîsandin, agirbest tênê vê hefteyê didome, dema ku ev dem qediya wê bi dawî bibe. Ev, ne rast in.

Agirbest tenê bi hefteyekê sînordar namîne, wê bêdawî bibe”

Zaharova wiha got: “Evqas hewldanên ji bo agirbestê ne ji bo tenê em 2 hefteyan moral bidin herdu aliyan.”

Zaharova diyar kir ku agirbest komên terorîst nagire nava xwe, ev nêzîkatiya ti car jî nayê guhertin.

Zaharova da xuyakirin ku ji roja ku agirbest hatî destpêkirin jî hevpeymanên agirbestê yên herêmî yên hatin îmzekirin jî gihiştiye 38’ an.