Wezîrê Elman: Di nava polîsan de nîjadperest hene

Li eyaleta Sachsen a Elmanyayê, ku di mehên dawî de bi êrîş û çalakiyên nîjadperestî yên li hemberî penaberan her di rojevê de ye, nîqaş li ser nîjadperestiya polîsan tê kirin.

Li eyaleta Sachsen a Elmanyayê, ku di mehên dawî de bi êrîş û çalakiyên nîjadperestî yên li hemberî penaberan her di rojevê de ye, nîqaş li ser nîjadperestiya polîsan tê kirin. Demokratên Xiristiyan îdîa dikin ku li vê eyaletê pêwîstî bi hejmareke zêdetir a polîsan heye. Demokratên Sosyal jî 'wesfa polîsan' kirin mijara nîqaşê.

Eyaleta Sachsen a Elmanyayê, bi nêzîkatiya heqaretê ya polîsan a li bajarokê Claûsnîtzê, ku li pêş çavên nîjadperestan li penaberan kirin, ket rojevê. Serokwezîrê eyaletê Stanîslawa Tîllîch îdîa kir, ku pêwîstî bi hejmareke hîn bêhtir a polîsan heye. Têkildarî vê daxwaza Endama Partiya Yekîtiya Demokratên Xiristian (CDU) Tîllîch, Wezîrê Karên Hundir ê ji Partiya Demokratên Sosyal (SPD) Martîn Dûlîg bersiv da.

Wezîr Dûlîg da xuyakirin, ku pirsgirêk ne hejmara polîsan e, pirsgirêk wesfa wan e. Dûlîg ji rojnameya Dîe Zeît re peyivî û anî ziman, karmendên polîs ên li eyaletê sempatîzanên tevgera nîjadperest Pegîda û Alternatîf ji bo Elmanya (AfD) a rastgir-populîst in.

Dûlîg destnîşan kir, ku pêwîstiya polîsan bi perwerdeyek li ser mijara xweşbîniya navbera çandan, heye.

Wezîrê Karên Hundir polîs rexne kir ku dest li gotinên nefretê û çalakiyên nîjadperestî wernadin û bal kişand ser berpirsyariya midûrên polîsan.