Ji sedî 80 ê gelê Yemenê pêwîstiya xwe bi alîkariya însanî heye

Yek ji komeleyên alîkariya însanî yên li Yemenê Komeleya Aksiyon a li dijî Birçîbûnê ya Fransayê (Action contre la Faim-ACF) diyar kir, drama însanî ya li vî welatî mezin dibe.

Yek ji komeleyên alîkariya însanî yên li Yemenê Komeleya Aksiyon a li dijî Birçîbûnê ya Fransayê (Action contre la Faim-ACF) diyar kir, drama însanî ya li vî welatî mezin dibe. Ji destwerdana koalîsyona bi pêşengiya Siûdiyan û vir ve hejmara mirovên hewcedarên alîkariya însanî, ji 16 mîlyonî gihîşt 21 mîlyonî. Ev yek jî ji sedî 80 ê temamiya gelê Yemenê ye.

Ji rêveberên komeleya Fransayê Crîstîna Thevenot ragihand, di sala yekemîn a êrîşên koalîsyona Ereb a bi pêşengiya Erebîstana Siûdî de, ji sedî 80 ê gelê Yemenê bû hewcedarê alîkariya însanî. Thevenot di konferanseke li Parîsê axivî û diyar kir, di Adara 2015'an de pêwîstiya 16 mîlyon mirovan bi alîkariya însanî hebû, lê ev hejmar gihaştiye 21 mîlyonî.

Thevenot da zanîn, li 10 ji 21 wîlayetên Yemenê, rewşa lezgîn a alîkariya însanî di dereceya 4 a dereceyek beriya birçîbûnê de ye. Thevenot bibîr xist ku karê saziyên alîkariya însanî yên navneteweyî tên astengkirin. Thevenot da xuyakirin ku gelek endamê komeleyan wan rastî gefê hatine û hatine girtin.

Nûnera Herêma Rojhilata Navîn a Action contre la Faim (ACF) Îsabelle Moûssard jî diyar kir, 2 mîlyon zarokên li Yemenê bi têrkerî nikarin xwe xwedî bikin û yek ji her sê zarokan di vê rewşê de ne. 

Moûssard da xuyakirin, ku ji ber şerê navxweyî yê li Yemenê koça ber bi derveyî welat nîne, lê belê bi qasî 2,5 mîlyon ji cih û warên xwe bûne û çûne cihekî din ê welêt.

Di şerê li Yemenê yê di Adara 2015ân de bi destwerdana mudaxleya koalîsyona bi pêşengiya Erebîstana Siûdî re destpê ir de heta niha herî kêm 6 hezar 100 mirovan jiyana xwe ji dest dane. Nîvê van mirovan jî sivîl in.