Ji bo Spanyayê Serokwezîr dîsa nehat hilbijartin

Lîderê Partiya Karker a Sosyalîst (PSOE) Pedro Sanchez, ku di hilbijartinên meha Kanûnê de bû partiya duyemîn, di dengdayîna ji bo hilbijartina serokwezaretiyê de careke din bi ser neket.

Lîderê Partiya Karker a Sosyalîst (PSOE) Pedro Sanchez, ku di hilbijartinên meha Kanûnê de bû partiya duyemîn, di dengdayîna ji bo hilbijartina serokwezaretiyê de careke din bi ser neket. Eger heta 2'ê Gulanê hikûmet dîsa neyê avakirin, wê hilbijartina pêşwext pêk were.

Di dengdayîna li ser serokwezaretiyê de ku lîderê PSOE Pedro Sanchez xwest bi Cîûdadanos a lîberal re hikûmeteke hindikayiyan ava bike, di tûra duyemîn de careke din bi ser neket. Di dengdayîna li parlamentê de endamên Partiya Gel a rastgir (PP) û partiya mûxalefetê ya çepa radîkal Podemos dengê 'na' bi kar anîn. Di encamê de 219 dengên 'na' derketin holê. Bi tenê 131 parlamenteran ji Serokwezaretaiy Sanchez a ji Koalîsyona PSOE û Cîûdadanos re gotin 'erê'.

Sekreterê Giştî yê PSOE Pedro Sanchez ku di hilbijartinên meha Kanûnê de bû partiya duyemîn, wezîfeya avakirina hikûmetê ji Qral Felîpe yê VI. wergirtibû. Ji ber ku lîderê Partiya Gel (PP) Marîano Rajoy karê avakirian hikûmeta nû bi ser nexist, Sanchez ev wezîfe girtibû.

JI BO PÊŞÎ LI HILBIJARTINA PÊŞWEXT WERE GIRTIN, HETA MEHA GULANÊ DEM HEYE

Ji sala 1975'an dema hilweşîna dîktatoriya Franco û vir ve li Fransayê cara yekê ye di tûra duyemîn a dengdayîna li ser serokwezaretiyê de encam dernakeve. Eger partiyên li Meclîsê heta 2'ê Gulanê koalîsyonekê ava nekin, wê di 26'ê Hezîranê de hilbijartinên pêşwext pêk werin.

Di hilbijartineke gengaz a pêşwext de jî, partiya çep a radîkal, ku piştî PSOE hêza sêyemîn a di parlamentê de ye, tê payîn hilbijêrên çepa navendî bikişîne aliyê xwe. Li gorî anketek di meha Sibatê de hat kirin, Podemos wê di hilbijartinên pêşwext de bi rêjeya ji sedî 22'an a dengan re partiya PSOE ya xwedî dengê ji rêjeya ji sedî 20, li dû xwe bihêle.