Telîbanan beşdarbûna ‘Muzakereya aştiyê’ red kirin
Tevgera Telîban a Afganîstanê, beşdarbûna muzakereya aştiyê ya ku hêzên navneteweyî dixwazin destpê bikin red kirin.
Tevgera Telîban a Afganîstanê, beşdarbûna muzakereya aştiyê ya ku hêzên navneteweyî dixwazin destpê bikin red kirin.
Hevdîtin di navbera hikûmeta Afgan û Çîniyan de, hevkarên Amerîka û Pakîstan dixwazin organîze bikin.
Di daxuyanîya nivîskî ya tevgera Telîban de wiha hat gotin: “Heta dagirkirina hêzên ji derve bi dawî nebin, heta hêzên Telîban ji lîsteya reş dernekeve û girtiyên me serbest neyên berdan, ev hevdîtinên bê wate ye û bi ti awayî encam nagirin.”
PAKÎSTAN RÊVEBERÊN TELÎBANÊ DI NAVA XWE DE DIPEJIRÎNE
Di vê navberê de Pakîstan a ku cara yekem navbeynkariyê ji hevdîtina Afganan re dike, tevgera Telîbanan di nava xaka xwe de pejirand.
Pakîstanê bi salan ev rastî red kir. Şêwirmendê Karê Derve yê Serokwezîr Sertac Azîz, di hevdîtina bi DYA re têkiliyên xwe yên bi Telîbanê re piştrast kir, xwestine vê pêk bînin. Azîz, ji bo zextê li tevgera Telîban bikin, di nava xwe de bicihkirina rêveberan erê kirine.
Azîz wiha anî ziman: “Rêveberên Talîbanê li Pakîstanê dijîn, malbatên wan li vir in. Tedawîya tendûristiyê li vir dibînin. Ji berê ji bo nekevin nav tevgerê, ketina wan a nexweşxaneyê sînordar bû. Eger di pêşerojê de beşdarî muzakereyan nebin, em dikarin wan dersînor bikin.”
Hat ragihandin ku rêvebirên Telîbanê gelek ji wan li bajarê Qûetta ya dikeve Başûrrojavayê Pakîstanê, Paşver a dikeve Bakurrojava û Magapol Kareçî ya li Başûr dirûnin.
Vegerina Telîban a Kabîl û Masayê, ji beriya niha gelek caran hatibû rexnekirin. Tê payîn ku muzakere di hefteya bê de destpê bikin.
Ev “zelalbûna” Pakîstanê ya awarte, tê gotin ku ji bo ji berpirsiyartiya têkçûnek muzakereyên aştiyê yên bi Pakîstanê re bireve pêk tîne.
Pakîstan wek sedema şerê herî bingehîn ê li Afganîstanê tê dîtin. Pakîstan ku salên dirêj e, Afganîstanê wek hewşa xwe dibîne, yek ji sedemên neçareserkirina pirsgirêkê ye.
Pakîstan sala borî di mehên havînê de, di navbera rêvebirên Kabîl û tevgera Telîbanê de diyalog destpê kiribûn. Lê ev diyalog, piştî mirina serokê dîrokî yê tevgera Telîbanan Mola Omer, demkurtî berdewam kir. Mola Omer di sala 2013’an de jiyana xwe ji dest da, lê ev agahî hatibû veşartin.