Li hemberî Koreya Bakur pêkanînên giran ên KENY
Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY), pêkanînên giran ên li hemberî Koreya Bakur ku ji ber ceribandina fuzeyê rastî nerazîbûnan hat, qebûl kir.
Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY), pêkanînên giran ên li hemberî Koreya Bakur ku ji ber ceribandina fuzeyê rastî nerazîbûnan hat, qebûl kir.
Pêkanîn, Çîn jî di nav de ji aliyê hemû endamên KENY ve hat qebûlkirin. Di vê çarçoveyê de wê hemû berhem-madeyên ji welatên Neteweyên Yekbûyî diçin Kongreya Bakur an jî ji vî welatî tên, wê bên kontrolkirin.
Li gorî van pêkanînan, wê keştiyên ku guman jê tê kirin malên li derveyî qanûnan dibin Koreya Bakur, bên desteserkirin. Peydakirina hemû derfetên bernameya leşkerî ya Koreya Bakur fînanse dikin, wê di çarçoveya pêkanînan de bên astengkirin.
Îxracata komir, hesir û cewhera hesin a Koreya Bakur jî hat qedexekirin. Îxracat wê bi tenê di asta ku karibe 'pêdiviyên bingehîn ên gelê Koreya Bakur fînanse bikin', bê qebûlkirin û destûr were dayîn. Di çarçoveya pêkanînan de her wiha wê îxracata zêr, tîtan û madenên binê erdê yên rêveberiya Pyongyang tê qedexekirin.
KENY, firotina sotemeniya ji bo fuze û balafiran ji Koreya Bakur qedexe kir. Di çarçoveya vê pêşnûmeya pêkanînê de, tedbîr û astengiyên li derveyî welat ên li ser Koreya Bakur hene, wê bên dijwarkirin.
Koreya Bakur cara yekemîn di sala 2006'an de çeka nukleerî ceribandibû û pêkanînên li hemberî Koreya Bakur jî di salên 2009 û 2013'an de hatibûn zêdekirin.
Balkêş e di dengdayîna li ser pêkanînên li hemberî Koreya Bakur de Çînê dengê 'erê' bi kar anî. Ev pêkanîna dawî weke ya herî giran tê dîtin.