Gena por spî dike, di dawiya dawî de kifş bû
Bandora psîkolojîk a li ser spîbûna por her çend dihat zanîn jî, koka genetîk a vê yekê heta roja îro nedihat zanîn.

Lêkolînerên University College London, gena rê li ber spîbûna por vedike derxistin holê.
Li gorî vî karê li kovara Natûre Communîcatîons hat weşandin, rewşeke genetîk a rê li ber spîbûna por vedike heye. Ev lêkolîn nîşan dide ku spîbûna por ne tenê ji ber bandora derdorê, stres, kêmaniya vîtamîn, tav, alkol an jî cixarê ye.
Ji Zanîngeha Koleja Londonê Kaûstûbh Adhîkarî ji AFP'ê re axivî û diyar kir, wan sedema spîbûna por kifş kirine.
Alel an jî alelmorf guhertina genekî taybetmendiyekê diyar dike, yanî alternatîf e. Alel bi giranî irsî ye.
Adhîkarî got, "Me genên weşîna por û rengê por diyar kiribûn. Lê cara yekê ye me genekî pêwendiya xwe bi zêdebûna emrê por, tespît kirin."
Di lêkolînê de hat ragihandin ku derketina porê spî li nava mirovên li Kafkasan di 35 salî, di nava Asyayiyan de 40, di nava Afrîkayiyan de jî 45 salî ye.