Ji civîna Ûkraynayê ya li Parîsê encam derneket

Li hemberî xeteriya ji nû ve destpêkirina şer li rojhilatê Ûkraynayê, wezîrên karên derve li Parîsê li hev civiyan. Lê ji vê civînê encameke şênber derneket.

Li hemberî xeteriya ji nû ve destpêkirina şer li rojhilatê Ûkraynayê, wezîrên karên derve li Parîsê li hev civiyan. Lê ji vê civînê encameke şênber derneket. Di civîna ku Elmanya, Fransa, Rûsya û Ûkrayna lê amade bûn de, li hev hat kirin ku li herêma Donbassê beriya meha Tîrmehê hilbijartin were kirin.

Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Marc Ayraûlt piştî civînê axivî û anî ziman, ji bo li herêma Donbaas a ji Donetsk û Lûhanskê pêk tê hilbijartin were kirin, divê Parlamenta Ûkraynayê qanûna nû ya hilbijartinê erê bike. Ayraûlt bal kişand ser girîngiya pêkhatina hilbijartinan beriya meha Tîrmehê.

Wezîrê Karên Derve yê Elman Frank-Walter Steînmeîer piştî civînê daxuyanî da û anî ziman, ji hevdîtinan encameke şênber û girîng derneket. Steînmeîer alî hişyar kir û îdîa kir ku Ûkrayna û Rûsya bi têrkerî hevkariyê nakin.

Ûkrayna îdîa dike ku Rûsya li herêma Donbassê miqtareke girîng a çekan vedişêre. Wezîrê Karên Derve Pavlo Klîmkîn da xuyakirin, ku ew nikarin dest li sînorê Rûsyayê werdin û anî ziman wan par li ser leşker û çekên derbasî Donbassê bûne agahî ji Rûsyayê xwestin, lê nedane wan.

Herêmên Donetsk û Lûhansk ên ku piraniya şêniyên wê Rûs in, ji aliyê komên Rûs ên bi şêweyê 'Komarên Gel' xwe birêxistin kirine, tê kontrolkirin. Li vê herêmê ji Nîsana 2014'an û vir ve di şer de zêdeyî 9 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane.