Îranê îxracata rojane ya petrolê kir 400 hezar warîl

Wezîrê Petrolê yê Îranê Bîcan Namadar Zanganeh da xuyakirin, ku wan îxracata rojane ya petrolê zêde kirine û gihandine 400 hezar warîlî.

Hat ragihandin, îxracata petrolê di meha Bahman a li gorî salnameya Îranê de (21'ê Çileyê-19'ê Sibatê) hatiye zêdekirin. Wezîr Zanganeh got, "Îxracata petrolê û hîdrokarbon a şilavî, di meha Bahmanê de rojane gihaştiye 1.75 warîlî."

Zanganeh da xuyakirin, li gorî heman dema sala par, rojane 400 warîl zêde bûye.

Li Îranê hilberîna petrolê roja ji 1.8 mîlyon warîlî gihaşt 3.2 mîlyon warîlî. Zêdebûna hilberîna petrolê bi giranî ji bo firotina derve hat kirin.

Piştî ku hat ragihandin wê ambargoya aboriyê ya navneteweyî ya li ser Îranê di meha Çileyê de bi peymana li ser mijara nukleerî bê rakirin, rêveberiya Tehranê dabû xuyakirin, ku ew ê hilberîna petrolê rojane bigihînin 500 hezar warîlî.

Mehek piştî vê daxuyaniyê, ji mezintirîn hilberînerên petrolê yên cîhanê Erebîstana Siûdî, Rûsya, Qatar û Venezûelayê ji bo buhayê petrolê di astekê de bihêlin, xwestibûn hilberîn bê kêmkirin. Buhayê petrolê ji ber zêdehiya hilberînê ji sala 2014'an û vir ve kêm dibe.