Qirîza Sûriyeyê: Pûtîn, Merkel, Hollande û Cameron wê li hev bicivin
Serokwezîrê Brîtanya Davîd Cameron wê bi Serokwezîra Elmanya Angela Merkel, Serokkomarê Fransa Françoîs Hollande û Serokê Dewleta Rûsya Vladîmîr Pûtîn re bi rêya telefonê baxive.
Serokwezîrê Brîtanya Davîd Cameron wê bi Serokwezîra Elmanya Angela Merkel, Serokkomarê Fransa Françoîs Hollande û Serokê Dewleta Rûsya Vladîmîr Pûtîn re bi rêya telefonê baxive.
Li gor daxuyaniya berdevkê hikûmeta Îngîlîztanê, roja Înê bi rêya telefonan wê qirîza Sûriyeyê bê bidestgirtin.
Agirbesta di bin çavdêriya DYA û Rûsya, 27’ê Sibatê li Sûriyeyê ket meriyetê. Hat gotin ku bi dehan caran agirbest hatiye îxlalkirin.
Serokwezîrê Îngîlîztanê Davîd Cameron di daxuyaniyek roja Çarşemê de ragihand ku agirbest bi qisûr e, lê pêşketinekê jî dide diyarkirin.
Cameron wiha got: “Di hevdîtina bidawîkirina dijminantiyê de tevahî kom cihê xwe nagirin, lê em êdî li hember komên muxalefeta nerm êdî êrîşan nabînin. Ev tiştekî baş e.”