Xeyala desthilatdariyê ya PSOE li astengiya Podemos aliqî

Li Spanyayê, ji hilbijartinên meha Kanûnê û vir ve hewl tê dayîn hikûmet bê avakirin, lê hînê ti encam ji van hewldanan nehatiye. Plana PSOE ya ji bo avakirina hikûmeta hindikayiyan, li partiya çep Podemos aliqî.

Li Spanyayê, ji hilbijartinên meha Kanûnê û vir ve hewl tê dayîn hikûmet bê avakirin, lê hînê ti encam ji van hewldanan nehatiye. Plana Partiya Sosyalîst (PSOE) ya ji bo avakirina hikûmeta hindikayiyan, li partiya çep Podemos aliqî.

Ji bo hikûmeta hindikayiyan, ku lîderê PSOE Pedro Sanchez bi Cîûdadanos a lîberala navendî re xwest ava bike, dengdayîna serokwezaretiyê hat kirin. Ev dengdayîn bi ser neket.

Di dengdayîna li parlamentê de endamên Partiya Gel (PP) a rastgir û partiya mûxalefeta çep a radîkal Podemos dengê 'na' bi kar anîn. Di dengdayînê de bi giştî 219 parlamenteran dengê 'na' bi kar anîn, parlamenter jî bêalî am. Dengê giştî yê PSOE û Cîûdadanos bi giştî 130 bû.

EGER PODEMOS NEBÊJE 'ERÊ', ZEHMET E

Ji bo lîderê PSOE Sanchez bibe serokwezîr, ku ji aliyê Podemos ve weke 'li şûna xizmetê ji gelê Spanyayê re bike, xizmetê ji olîgarşiyê dike' tê sûcdarkirin, wê sibe dûra duyemîn a dengdayînê bê kirin. Di vê dengdayînê de ji bo hilbijartinê piraniya dengan divê. Lewma eger Podemos a xwedî 69 kursiyan û partiyên tifaqa wê nebêjin 'erê', zehmet e Sanchez bê hilbijartin.

Xuya ye nepêkan eku partiya PP a li desthilatdariyê ye ji bo avakirina hikûmetê dengê 'erê' bide PSOE û Cîûdadanos. Eger PP di dengdayîna sibe de bêalî bimînin, hingî wê avabûna hikûmeteke hindikayiyan a sosyalîstan û lîberalên navendî pêkan be.

DIBETIYA HILBIJARTINA PÊŞWEXT

Eger di dengdayîna sibe de Pedro Sanchez bi ser nekeve, pêwîste di nava du mehên pêş de hikûmeteke nû were avakirin. Naxwe wê hilbijartina pêşwext pêk were.