Li Malawî 7 kes bi sûcdariya 'pîrebok in' hatin şewitandin

Li Malawî girseyeke qelebalix, 7 kes bi gumanbariya 'pîrebok in' bi saxî şewitandin. Hat îdîakirin ku li ser van qurbaniyan hestiyên mirovan ên tê gotin ji bo pîrebokiyê bi kar tînin, hatine dîtin.

Li gorî nûçeya AFP'ê bûyer li bajarokê Nsanje yê li başûrê Malawî roja Sêşemê qewimî.

Li gorî yek ji berpirsyarên herêmê Tenganî, gundiyan ji tevgera yek ji 7 kesên çenteyekî hestiyê mirovan tê de bû hildigirtin, ketine nava gumanan.

Tenganî diyar kir, ev kes hatiye şopandin û got, "Tê gotin ji çenteyê pê re hestiyê mirovan derketiye."

Hat ragihandin, ku gundî li ser vê yekê li hev civiyane û ev heft kesên wan bi pîrebokiyê sûcdar kirin yek bi yek şewitandin. Polîsan têkildarî bûyerê ti kes negirt binçavan.

Ji bo tespît bikin ka ev hestî yên Albînoyan e yan na, lêpirsîna polîsan dewam dike. Li gelek welatên Afrîkaya Saharayê, hestî û organên Albînoyan dibin hedef û rîtûelên 'dewlemendî û hêzê derdixîne holê' de tên bikaranîn.  

Albînîzm weke nexweşiyeke genetîk a irsî tê zanîn. Bi hezaran mirov an jî heywan bi vê nexweşiyê ne. Albînoyî ji ber tinebûn an jî kêmaniya pîgmenta melanîn a reng dide, derdikeve holê. Bi gotineke din, çav, çerm, por û beşên din ên bedenê dikevin bin bandora vê rewşê. Li Malawî yek ji her 1200 kesî bi vê nexweşiyê ye.